Li Danîmarka û Elmanyayê Newroz hate pîrozkirin
Li bajarê Alberslûnd ê Danîmarkayê û li bajarê Gîfhorn ê Elmanyayê Kurdan û dostên wan Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyan de grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê hatin silavkirin.
Li bajarê Alberslûnd ê Danîmarkayê û li bajarê Gîfhorn ê Elmanyayê Kurdan û dostên wan Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyan de grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê hatin silavkirin.
Bi sedan kes ji bajarên cihê yên Danîmarkayê hatin û li eywana şanoyê ya Albertslûnê civiyan. Girseyê li vê derê Newroz pîroz kir û tecrîda li Îmraliyê şermezar kirin. Di pîrozbahiyê de grevên birçîbûnê hatin silavkirin ya ku bi pêşengiya Leyla Guven hatibû destpêkirin.
Parlementerê Partiya Yekîtiya Sor û Kesk a Danîmarkayê Soren Sondergaard û Parlementerê Partiya Gel a Sosyalîst Serdal Benlî jî tevlî şahiyê bûn.
Axaftina destpêkirinê ji aliyê Hevserokên NCDK’ê Saîme Bîlen û Sadik Çîftçî hate kirin.
Parlementer Sondergaard jî diyar kir ku ew piştgiriyê didin greva birçîbûnê û got ku “Me dît ku Kurdan çawa li dijî DAÎŞ’ê şer kirin. Dema ku faşîzma Tirkiyeyê Kurd qetil dikir û siyasetmedarên wê avêtin zindanan, Ewropa bêdeng ma. Em deyndarê Kurdan in. Ji ber vê jî divê her cure piştgirî were dayîn.”
Piştî axaftinan peyama bi dîmen a Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik hate nîşandan.
Di şahiyê de Hozan Aydin, Cîhan Çelîk, Hozan Çopî, Bengîn Efrîn û Agirîn Azad derketin ser dikê.
GIFHORN
Li bajarê Gîfhorn û herêma Salzgîtter ê Elmanyayê jî Kurdan li Schutzengesellschaft Wesendorê Newroz pîroz kirin. Hevserokê NCDK’ê ya Wolfsbûrgê Mehmet Karakaş axivî û peyama Newrozê ya HDK-A Barûnschweîgê hate xwendin.
Di axaftinan de hate diyarkirin ku tendirustiya çalakgerên greva birçîbûnê ketiye asteke krîtîk.
Hevserokê NCDK’ê ya Wolfsbûrgê Mehmet Karakaş çalakiyên greva birçîbûnê silav kir û got ku “Em agirê Newrozê geş bikin û faşîzmê biavêjin ser sergoya dîrokê.”
Piştî axaftinan hunermend Seyda Perînçek, Ciwan Çewlig, Beşîr Rojava, Dimlî Amed û Hogir Botan derketin ser dikê.