Li çiyayê Snowdonê pîrozbahiya 15'ê Tebaxê
Kurd hilkişiyan Çiyayê Snowdonê yê li Walesê û bi meşeke dirêj Cejna Vejînê 15'ê Tebaxê li serê çiyayê Snowdonê pîroz kirin.
Kurd hilkişiyan Çiyayê Snowdonê yê li Walesê û bi meşeke dirêj Cejna Vejînê 15'ê Tebaxê li serê çiyayê Snowdonê pîroz kirin.
Bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Lîverpoolê, pîrozbahiya 15'ê Tebaxê ya îsal li çiyayê herî bilind ê welatê Wales û Brîtanyayê li Snowdonê hate lidarxistin. Jin û ciwanên Kurd bi kincên 'gerîla' beşdarî meşa 15'ê Tebaxê bûn.
Kurdan flamayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK'ê hildan û li ber dirûşman dest bi meşa 15'ê Tebaxê kirin.
Di meşê de tim û tim dirûşmên “Biji Berxwedana gerîla”, “Bijî 15'ê Tebaxê”, “Free free Kurdistan”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî gerîla” hatin qîrîn.
Her wiha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, fermandarê efsanewî yê ARGK'ê Mahsûm Korkmaz (Egîd) û pankarta bi nivîsa "Bijî 15'ê Tebaxê" hatin hildan. Kurdên gihîştin serê çiyê bi çepik, tilîlî û dirûşman Cejna Vejînê pîroz kirin.
Bi navê Meclîsa Gelê Kurd a Lîverpoolê Eylem Nemir di pîrozbahiyê de axivî û Pêngava 15'ê Tebaxê silav kir û got, "Têkoşîna vejîn û rizgariyê ku ji fîşeka destpêkê û vir ve dewam dike, îro li çar parçeyên Kurdistanê veguheriye meşaleyeke mezin a azadiyê. 15'ê Tebaxê li dijî teslîmiyetê navê jiyana bi rûmet a şoreşgerî ye. Gerîlayên Kurdistanê yên leheng îro li dijî dagirkeran, li dijî faşîzm û qirkeriyê bi rengê herî lehengî li ber xwe didin. Em berxwedana gerîla silav dikin û Cejna Vejînê li tevahiya gelê xwe pîroz dikin."
Piştî daxuyaniyê Kurdan li serê çiyayê Snowdonê govend gerandin.