Li Cenevreyê şehîd hatin bibîranîn

Gerîlayên HPG’ê yên di sala 2019’an de li navçeya Licê ya Amedê şehîd bûbûn, li Cenevreyê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Gerîlayên HPG’ê Zinar Akro (Yûnûf Kayran) Mahîr Andok (Îbrahîm Çelîk) Rizgar Tolhildan (Felat Kocakaya) Rêber Amed (Abdullah Tûrhan) û Serhildan Mazî (Omar Demîr) ên 3’yê Hezîrana 2019’an şehîd bûbûn, li Navenda Civaka Kurd a Cenevreyê bi merasîmekê ya bi tevlîbûna xizmên şehîddan û bi dehan Kurdistanî hatin bibîranîn.

Bîranîna ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, piştre sînevîzyonek hate nîşandan. Komîsyona Malbatên Şehîdan û xizmên şehîdan axivîn.

Bîranîn bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ ve bi dawî bû.