BI DÎMEN

Li Cenevreyê piştgirî ji bo berxwedana li Tirkiyeyê hate dayîn

Bi pêşengiya ADGB’ê li pêşiya Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY’yê ya li Cenevreyê çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de banga têkoşîna hevpar a li dijî gefên li ser mafê demokratîk û azadiya gelan hate kirin.

Bi armanca piştevaniya berxwedana ku piştî girtina Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû hate destpêkirin, bi pêşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) li pêşiya Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan (OHCR) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) çalakî hate lidarxistin.

Songul Arslan di çalakiyê de axivî û diyar kir ku zext, binçavkirin, girtin û şerê li Tirkiyeyê gefê li azadî û mafên demokratîk ên gelan dixwe û wiha got: “Bi taybet pirsgirêkên wekî pirsgirêka Kurd ku bi salan in nehatine çareserkirin û pêkneanîna edaletê baweriya civakê dişkîne. Girtina şaredaran û pêkanînên qeyûmê, xebatên rêveberiyên xwecihî yên li ser bingeha îradeya demokratîk tên meşandin asteng dike û mafê diyarkirina pêşerojê ya gel desteser dike. Ev rewş li dijî rêgezên bingehîn ên demokrasiyê ye û pêşiya çareseriya aştiyane digre.”

Songul Arslan bilêv kir ku tevî van hemûyan jî berxwedana civakê û peyama yekîtiyê roj bi roj mezin dibe û wiha domand: “Eger em bi hev re tevbigerin, em di wê baweriyê de ne ku ji bo demokrasî û aştiyê gavên bi biryar biavêjin.”

Piştî ku metna çapemeniyê ya ADGB’ê derbarê armanca çalakiyê de hate xwendin, li ser navê Federasyona Karkerên Koçber a Swîsreyê Alî Orak mafê axaftinê girt. Orak destnîşan kir ku têkoşîna bi pêşengiya jin û ciwanan wê mezintir bibe û got: “Em wekî kesên aştî û demokrasiyê dixwazin, sosyalîst û şoreşger ji bo rêza li hemberî rûmeta mirovahiyê qadan neterikînin û têkoşînê mezintir bikin. Em ê di vê pêvajoyê de li kolanan bin. Yên berxwedêr wê têkoşîna demokrasî û aştiya bi rûmet qezenc bikin, em ê qezenc bikin.”