Li Brûkselê êrîşên li ser Kolberan hate protestokirin

Li Brûkselê bi pêşengtiya PJAK’ê êrîşên sîstematîk ên rejîma Îranê ya li ser Kolberan bi çalakiyekê hate protestokirin.

Bi mîtîngekê ya li paytexta Belçîka Brûkselê hate kirin êrîş û kuştinên kolberan hate protestokirin.

Çalakiya bi pêşengtiya PJAK’ê ya li pêşiya Sefaretxaneya Îranê hate kirin, li gel hildana alên PJAK, KJAR wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa ‘Kuştina kolberan bidin rawestandin’ hate vekirin û di axaftinên hatin kirin de hate diyarkirin ku ti ferq di navbera kiryarên rejîma Erdogan a li Tirkiye û Îranê nîne.

Her wiha daxwaza berdana girtiyên siyasî hate kirin û bal kişandin ser kuştinên karkeran.