Li Bremenê nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk û NY a bêdeng e hate dayin

Kurdên ku li bajarê Bremen ê Elmanyayê dijîn li dijî desteserkirina şaredariyên HDP’ê yên ji aliyê dewleta Tirk ve bi çalakiyekê hate protestokirin.

Kurdên ku li pêşiya avahiya Parlementoya Eyaleta Bremenê hatin ba hev, desteserkirina sê şaredariyên HDP’ê ya 19’ê Tîrmehê protestokirin.

Di çalakiyê de nerazîbûn nîşanî welatên YE’yê yên bêdengî hilbijartin dan û daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Bêdengiya Ewropayê fikaran çêdike.”

Di çalakiyê de bê navber dirûşmên ‘Kujer Erdogan’ û ‘Dîktator Erdogan’ hate qîrkirin.

Herî dawî bang li gelê Kurd û derdorên demokratîk hate kirin ku li dijî desteserkirina şaredariyan hê xurtir dengê xwe bilind bikin.