Li Bremenê mîtînga piştevaniya bi Mexmûrê re

Bi banga Meclisa Gel a Demokratîk a Bremenê, ji bo protestokirina êrîşên bi ser Mexmûrê û piştevaniya bi xelkê Mexmûrê re, mîtîngek hat lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan ku li Bahnhof Platza li bajarê Bremen ê Elmanyayê hatin ba hev, êrîş û hewila girtina dora Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya dewleta Iraqê, bi lidarxistina mîtîngekê protesto kir.

Girseyê, hikumeta Iraqê şermezar kir û bang lê kir ku artêşa xwe demildest vekişîne. Di daxuyaniya çapemeniyê de wiha hat gotin: ‘’Ji ber polîtîkayên valakirina gundan ên dewleta Tirk ên salên 1990’î, zêdeyê 10 hezar Kurdên Bakurê Kurdistanê li welatê xwe bûn penaber û li derên cuda yên Başûrê Kurdistanê belav bûn, ji ber êrîşên PDK’ê Kurdistanî li Mexmûrê hatin bicihkirin.’’

Di daxuyaniyê de bang li hikumeta Iraqê hat kirin ku rêzê ji hiqûqa navxweyî û ya navneteweyî re bigire, tiştê divê bi cih bîne û wiha hat gotin: ‘’Bi deh hezaran jin, zarok kal û pîrên li Wargeha Mexmûrê ji ber dewleta Tirk reviyane û hatine li wargehê bi cih bûne. Ev wargeh di bin kontrola NY’yê de ye. Em bang li NY’yê dikin ku bi erka xwe rabibe.’’

Piştî daxuyaniyê belavokên bi Elmanî hatin belavkirin. Çalakî, bi berzkirina dirûşmeyên ji bo piştevaniyê dawî lê hat.