Li Bordeaûxê bîranîna şehîdan
4 gerîlayên HPG'ê ku 30'ê Kanûnê şehîd bûn, li bajarê Bordeaûx ê Fransayê hatin bîranîn.
4 gerîlayên HPG'ê ku 30'ê Kanûnê şehîd bûn, li bajarê Bordeaûx ê Fransayê hatin bîranîn.
Ji bo 4 gerîlayên ku di 30'ê Kanûnê de li Metînayê di şer de şehîd bûn, li bajarê Bordeaûx ê Fransayê civîna bîranînê hate lidarxistin.
Civîna bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bordeaûxê pêk hat û bi sedan kes tevlî bûn.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîd Rênas Andon û 3 gerîlayên pê re şehîd bûn, dest pê kir û piştre Hevserokê CDK-B'ê Ahmet Semsûr axivî.
Semsûr diyar kir ku şehîd xwedî û pêşengên rastî yên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ne.
Di bîranînê de ji bo xwedîderketina li nirxên şehîdan bang hate kirin û piştre sînevîzyon hate nîşandan.
Di civîna bîranînê de xwarina xêrê jî hate belavkirin.