Li Bîelefeld û Darmstadtê çalakiyên ‘Azadî ji bo Ocalan’

Ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û daxwaza azadiyê bikin, li bajarên Bîelefeld û Darmstadt ên Elamanyayê çalakî hatin lidarxistin.

Çalakiya daliqandina pankart û afîşan a ku 1’ê Mijdarê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatî despêkirin, li welatên Ewrûpa didom e.
Li bajarê Bîelefeld a Elmanyayê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ve li cihên navend ên bajêr wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi dîwaran ve kirin. Heman demê nivîsa “Dem dema azadiyê ye” jî nivîsandin.
Ciwanan peyama wê çalakî bidomîn jî dan.
Li bajarê Darmstadtê jî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li gelek cihan pankart hatin daliqandin. Însiyatîfên Ciwanên Bensheîm û Darmstadtê yên ku çalakî lidar xistîn, diyar kirin ku wê çalakiyên wan bidom in.