Li Bîelefeld, Mannheîm û Stûttgartê gel ji bo Abdullah Ocalan daketin qadan

Kurd û dostên wan ên li bajarên Bîelefeld, Mannheîm û Stûtgartê yên Elmanyaye ji protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gefên li ser Şengalê protesto kirin.

BÎELEFELD

Meşa li Bîelefeldê saet di 15.00’an de li pêşiya HBF’ê dest pê kir. Bi sedan kes tevlî meşê bûn. Gel heta Kasselbrînkê meşiya. Di meşê de li ser navê Partiya Çep, artiya Gutersloh, Tevgera Ciwanên Şoreşger, JXK û DGB’ê axaftin hatekirin.

Di meşê de êrîşên li ser Şengalê hate protestokirin û hate diyarkirin ku tu wateya daxwaza hikumeta Iraqê tune. Di axafinê de betalkirina parlementeriya parlementerê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû jî hate şermezarkirin.

Di meş û mîtîngê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên PKK, YPG, YPJ û TCŞ’ê hate hildan.

STÛTTGART

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê jî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin. Kurd û dostên wan li Schobplatzê hatin ba hev û polîtîkaya dewleta Tirk a li dijî Îmraliyê şermezar kirin.

MANNHEÎM

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê jî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtîngek hate kirin. Mîtîng li pêşiya HBF’ê hate kirin û nêzî 100 kes tevlî mîtîngê bûn.

Di mîtîngê de qala tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û hate gotin, “Rêber Apo bi birayê xwe re di telefonê de axivî lê ev nayê wateya ku tecrîd şikestiye. Heta ku tecrîd rabe em ê çalakiyên xwe bidomînin.”

Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hildan û sloganên ‘Bijî Serok Apo’,’Bê Serok jiyan nabe’, û ‘Erdoganê dîktator hate berzkirin.”