Li Bern û Stûttgartê çalakî hatin lidarxistin

Li bajarê Bernê yê Swîsreyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li Zînî Wertê hatin şermezarkirin. Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê jî ji bo piştgiriya bi girtiyên siyasî re pankart hate daliqandin.

BERN

Li bajarê Bernê yê Swîsreyê êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeriya dewleta Tirk re ya li Mexmûr û Zînî Wertê hatin şermezarkirin.

Ciwanên ji rêxistinên Revolutionäre Jugend Gruppe Bern (Koma Ciwanan a Şoreşger) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) pankartên bi nivîsa "Em çiyayên azad ên Kurdistanê biparêzin" û "Li ber dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê rabin" bi travmayan ve kirin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.

STÛTTGART

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê jî ji bo piştgiriya bi girtiyên siyasî yên li Ewropa û Tirkiyeyê ji ber nêrînên xwe yên azad û karên xwe yên siyasî girtîne li ser pira navbera Lûrdwîgsbûrg-Stûttgartê pankarta bi nivîsa "Azadî ji girtiyên siyasî hemûyan re" daliqandin.