Li Berlînê starta ‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ hate danîn
Li Berlîna paytexta Elmanyayê starta pirtûkxaneya gerok a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vedibêje destpê kir.
Li Berlîna paytexta Elmanyayê starta pirtûkxaneya gerok a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vedibêje destpê kir.
Pirtûkxaneya gerok wê ji 5’ê Adarê heta 7’ê Adarê pirtûk û nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gel bide naskirin.
Wê berhemên Ocalan ên wergêrî Elmanî hatîn kirin, tevahiya sê rojan ji seat 13:00’an heta 18:30’an li hemû kolanên Berlînê bi şêniyên bajêr re bîne gel hev. Bi pirtûkxaneya gerok re balê dikişînin li ser tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî.