Li Berlînê faşîzm hate protestokirin

Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye li dijî faşîzm û dîktatoriyê çalakiyek hate lidarxistin.

Kurdistanî, komên Ermen û dostên wan li qada Hermanplatz a Berlîna Elmanyayê hatin ba hev û li dijî dîktatoriyê çalakiyek li dar xistin.

Çalakgera YXK’ê di çalakiyê de axivî û got ku, “Emperyalîstên ku bi feraseta DAÎŞ’ê êrîşî me dikin, ji ber ku ji me ditirsin, ciwanên em krîmînalîze dikin. Lê divê baş were zanîn, em ê li her derê girêdayîbûna xwe ya têkoşînê xurt bikin û têkoşînê geş bikin.”

Gel piştî mîtîngê meşek li dar xist. Meş bi sloganên ‘Li dijî faşîzmê em bibin yek’ li Oranîenbûrgerstrê bi dawî bû.