Li Berlînê di çalakiya 1'ê Gulanê de 240 kes hatin destgîrkirin

Li paytexta Elmanya Berlînê di çalakiya 1'ê Gulanê de ji ber destwerdana polîsan şer qewimî. Hate ragihandin ku derdora 240 kes hatine destgîrkirin.

Li Berlînê roja 1'ê Gulanê nêzî 30 hezar kes daketin qadan. Çalakiyên ku tevahiya rojê dewam kir êvarê veguherîn qada şer.

Polîsan dest li alakiya çep a radîkal Black Block werdan. Anarşît bi dirûşma "1'ê Gulanê" daketibûn qadan.

Di dema xwepêşandanê de çalakgeran bi şûşe û keviran bersiv dan polîsan û hin konteynirên çopê şewitandin.

Li gorî polîsan nêzî 240 kes hatin destgîrkirin. Polîsên Berlînê ragihandin ku herî kêm 20 polîs jî hatine destgîrkirin.