Li Berlînê dagirkirina şaredariyan hate protestokirin

Dagirkirina sê şaredariyên mezin ên HDP’ê yên Amed,Wan û Mêrdînê li paytexta Elmanya Berlînê bi mîtîngekê hate protestokirin.

Di çalakiya ji aliyê Meclîsa Jinan a DEST-DAN, Civaka Kurdistanê ya Azad a Berlîn hate organîzekirin li Qada Brandeboûrg-Tor a Berlînê hate kirin.

Hevserokê Civak Kurdistanê ya Azad a Berlîn di mîtîngê de axivî û got: “Divê her kes hetyar be. Ev darbeyeke siyasî ye, wiha biçe wê sibe partiyê din jî bigirin.”

Parlementerê Dîe Lînke Hakan Taş jî axivî û got: “Ev tê wateya bêrêziya li dijî vîna gel. Her kesê li ber xwe didin silav dikin. Divê her kes li dijî vê desteserkirinê be.”

Li ser navê AGÎF’ê jî Bakî Selçûk jî avivî û diyar kir ku ew vê napejirînin. Selçûk got: “Bi girtina hevşaredaran a ji erkê dixwazin desthilata xwe bidomînin.”

Mîtîng bi dirûşman bi dawî bû.