Li Berlînê ciwanên Kurd çalakiya çand û hunerî lidar xistin
Li Berlînê endamên tevgerên ciwanên Kurd TCŞ û TekoJIN ji bo bîranîna Şehîd Mîr Perwer çalakiyeke Çand û Hunerê lidar xistin.
Li Berlînê endamên tevgerên ciwanên Kurd TCŞ û TekoJIN ji bo bîranîna Şehîd Mîr Perwer çalakiyeke Çand û Hunerê lidar xistin.
Li Berlînê endamên TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN (Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer) ji bo bîranîna şehîd Mîr Perwer ê ku di 23’ê Kanûna 2022’yan de di komkujiya Parîsê de şehîd bûbû, çalakiyeke çand û hunerê lidar xistin.
Endamê TCŞ'ê Ahmet Guneş di axaftina vekirinê de got, "Tevgera siyasî ya ku Rêber Apo bi felsefeya 'Kurdistan mêtinger e' daye destpêkirin, bûye îdeolojiyeke ku Rojhilata Navîn û gelên cîhanê ronî dike."
Guneş, bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên li hemberî çand û hunerê û got, "Em bang li hemû ciwanan dikin ku xwedî li çand, huner û zimanê xwe yê dayikê derkevin û li her qadê xwe bi rêxistin bikin."
Piştî axaftinê koma folklorê ya Şehîd Delîl Çiyager û Koma Şehîd Faraşîn lîstikên xwe pêşkêş kirin.
Paşê koma muzîkê ya Koma Şehîd Kawa Çekdar bi dengbêjî, helbest û stranan tevlî çalakiyê bûn. Li ber stranên Kurdî gel govend gerand û dirûşme berzkirin.
Çalakî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Zap, Avaşîn, Metîna, Bijî Berxwedana Gerîla", "Ciwan Fedaiyê Rêber Apo ne", "Bijî Berxwedana Rojava" bi dawî bû.
Di dawiya çalakiyê de ciwanan ji bo meşa ku wê di 3 û 4'ê Sibatê de li Berlînê di çarçoveya pêngava "Ji Rêber Apo re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" bê lidarxistin banga tevlîbûnê kirin.
Ciwanan di dawiyê de, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bang li ciwanên welatparêz û gelê Kurd ên li Ewropayê dijîn kirin ku tevlî “Meşa Azadiyê’ ya ku dê di navbera 9 û 16’ê Sibatê de li Mannheimê û meşa 17’ê Sibatê ku tê plankirin li Kolnê pêk were bibin.