Xwepêşandan li ber Bundestagê destpê kir ku parlamenta Elmanyayê ye. Li gorî polîsan 160 hezar, li gorî amadekaran jî 250 hezar kes tevlî bûn.
Roja Şemiyê jî li bajarên Hamburg, Leipzig, Koln û Stuttgartê di çalakiyan de zêdeyî 220 hezar kes amade bûn.
Xwepêşandêran diyar kirin ku li hemberî 'lihevkirina bi şeytên re' ya ku gefê li çanda demokrasiyê ya piştî şer a li Elmanyayê dixwe, ew ketine nava liv û tevgerê.
Endamê CDU Michel Friedman gotina 'Dest li rûmeta mirovan nayê werdan' a li Destûra Bingehîn bib îr xist û bal kişand ser metirsiya hevkariya bi AfD'ê re.
Hefteya derbasbûyî Merz pêşnûmeyek ji bo astengkirina penaberên bê belge û penaberan a li sînor bi alîkariya AfD'ê dabû qebûlkirin. Ev rewş weke binpêkirina polîtîkaya 'dîwarê ewlekariyê' yê li Elmanyayê hatibû şîrovekirin. Her wiha weke nêzîkbûna destpêkê ya cidî yıa li rastgiriya tund hatibû pênasekirin.
Merz li bendê bû ku bi vê helwesta xwe ya hişk wê hilbijêrên xwe yên ber bi AfD'ê ve çûne ji nû ve bi dest bixe, lê muxalîf dibêjin, ev stratejî wê rastgiriya tund hîn xurt bike.
Serokwezîrê Sosyal Demokrat Olaf Scholz hişyarî da ku nêzîkbûna li hev a AfD û CDU wê di rêveberiya Elmanyayê de bibe hevkariyeke metirsîdar.