Li Berlîn, Mûnîh û Frankûrtê darbeya li şaredariyan hate şermezar

Li paytexta Elmanya Berlînê û li Mûnîh û Frankfûrtê darbeya AKP-MHP'ê ya li şaredariyên Kurdistanê Amed, Wan û Mêrdînê bi girseyî hate şermezarkirin.

Darbeya faşîst a rejîma AKP'ê ya li sê şaredariyên mezin ên Kurdistanê, Amed, Wan û Mêrdînê li paytext Berlînê bi meşekê hate şermezarkirin. Di meşê de berxwedana Amed, Mêrdîn û Wanê hate slavkirin.

Kurdistanî û dostên wan bi çalakiya protestoyî de hazir bûn. Dema meşê pankartên bi nivîsên, ''Dîktatoriya yek zilmanî bes e'', ''Bila dawî li peymanên girîng ên bi Tirkiyê re were'' hatin vekirin. Meş ji Hermanplatzê heta meydana Kootbusserê ya navçeya Kreuzbergê domand.

Di axaftinan de hate xwestin ku rêveberiya Berlînê hevkariya xwe ya bi rejîma Enqerê re biqedîne.

MUNÎH

Li Munîhê, Kurdistaniyan bi pêşengiya NCKD û Komunya Jinan a Sara dagirkeriya li ser sê şaredariyên Kurdistnaê şermezar kirin.

Di çalakiyêde ya li Sendlîngerstrê pankartên bi naveroka şermezarkirina desthilata faşîst a AKP-MHP'ê hate hildan, bi dirûşmeyan belavok hatin belavkirin.

FRANKFURT

Li Frankfûrtê ya Elmanyayê jî dagirkeriya li ser şaredariyên Kurdistanê ji hêla Kurdan û dostên wan ve bi pêşengiya Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistanê ve, bi tevlêbûna bi hezaran kesî,  hate şermezarkirin.

Çalakiya şermezariyiê saet 17.00'an li ber Haupbannhof dest pê kir û girse bir dirûşmeYên ''terorîst Erdogan'', ''Bijî berxwedana Amedê'' heta bi Meyda Romerê meşiyan.

Hevşaredarên Şaredariya Mezin a Amedê Selçûk Mizraklik û yê Mêrdînê Ahmet Turk bi telefonê di mîtîngê de axivîn. Her wiha wekîla Partiya Çepgir Saadet Sonmez û Hevseroka Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan Songul Çelîk jî axaftinek kir.