Li ber NY’yê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin

Di çalakiya li ber avahiya NY’yê de ku li bajarê Cenevre yê Swîsreyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, hat diyarkirin ku şertê pêşîn ê aştiyê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Ji 25’ê Çileya sala 2021’ê ve li bajarê Cenevre yê Swîsreyê her roja Çarşemiyê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) çalakiya rûniştinê tê lidarxistin.

Her hefte, di serî de Komîteya Girtina Ber Li Êşkenceyê (CPT) û Konseya Ewropayê (KE), bi bîra saziyên navneteweyî tê xistin ku bi erka xwe rabibin û bêdengiya wan tê protestokirin.

Bi pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK), di çarçoveya kampanyaya ‘’Dem dema azadiyê ye’’ de çalakiya rûniştinê li Qada Natîonsê tê lidarxistin. Di çalakiyê de ku îro hat lidarxistin, di şexsê Denîz Cevdet Bulbun de ku di êrîşa li dijî Nûnertiya KNK’ê ya Hewlêrê de şehîd bû, bi deqeyekê rêz hat girtin.

Hevserokê Navenda Lêkolînên Kurd a Elmanyayê (KCS) Dr. Thoreaû Redcraw, destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in ku bi awayekê li dijî.

Thoreaû Redcraw bi dewamdarî wiha axivî: ‘’Gelekê ku li ber zext û zilmê rabûye terorîst hatiye îlankirin û rêberê wî 25 sal in tê ragirtin. Hêzên di heman şertan de Mandela dîl girt, heman polîtîkayên li dijî hiqûqa navneteweyî li ser Ocalan bi rê ve dibin. Şertê pêşîn ê çêbûna aştiyê li Tirkiyeyê, ew e ku Abdullah Ocalan serbest bê berdan.’’

Piştî axavtinê Kurdistaniyan pişta xwe NY’yê û dirûşme ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berz kirin û dest bi çalakiya rûniştinê kir.