Li ber NY’yê daxwaza azadiya Ayaz hat kirin

Ji bo azadiya siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz ku ji aliyê Komara Qibrisê ve hat girtin, li ber NY’yê çalakî hat lidarxistin.

Ji bo berdana siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz ku ji ber daxwaza vegerandinê ya Elmanyayê, ji aliyê Komara Qibrisê ve hat girtin, li ber Avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) çalakiyek hat lidarxistin.

Ayaz ku ji bo biçe dîtina malbata xwe ya li Swêde, roja 15’ê Adarê xwest ji balafirgeha Larnakayê bi rê bikeve û ji ber biryara girtinê û vegerandinê ya dewleta Elmanyayê, ji aliyê polîsên Qibrisê ve hat destgîrkirin û girtin, duh dest bi greva birçîbûnê kir.

Bi banga Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Yekitiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S), li ber avahiya NY’yê ya li Cenevreyê ku bajarekê Swîsreyê ye, çalakî hat lidarxistin.

Şandeya CDK-S’ê ku duh hevdîtin bi Nûnertiya Daîmî ya Komara Kibrisê re kir, dosyeya ji bo daxwaza berdana Ayaz da rayedaran.

Îro jî gel li Place de Natîon ku avahiya NY’yê lê ye, bi pankartê li ser “Bila Kenan Ayaz serbest bê berdan” nivîsandî û wêneyên Ayaz mîtîng li dar xist.

‘DEWLETA ELMAN NEYARTIYÊ DIKE’

Hevseroka CDK-S’ê Selma Surer îşaret pê kir ku di serî de Elmanya, dewletên Ewropayê polîtîkayên terorîzekirina têkoşîna Kurdan bi rê ve dibin û ev tişt anîn ziman:

“Elmanya, ji ber têkiliyên xwe yên bazirganiyê yên bi dewleta Tirk re, neyartiyê bi Kurdan re dike. Wek berê dîsa li ser asasê hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re, dikeve hewila terorîzekirina siyaseta Kurd û bi dehan hevalên me dixe zindanan û dide destên dewleta Tirk.”

‘DIVÊ BIRYAR BÊ BETALKIRIN’

Surer diyar kir ku Komara Qibrisê bi awayekê li dijî makezagona xwe, bi daxwaza Elmanyayê Kenan Ayaz girtiye û ew biryara vegerandinê qebûl nakin û wiha got: “Daraza Bilind a Komara Qibrisê, wê 9’ê Sibatê rûniştina biryarê bike. Daxwaza me ew e ku ev biryara hem li dijî makezagona Komara Qibrisê û hem jî li dijî hiqûqa navneteweyî bê betalkirin û Kenan Ayaz demildest bê berdan.”

Piştî axavtina Surerê, berdevkê Têkiliyên Derve yê CDK-S’ê Ramazan Baytar li ser hevdîtina Alîkara Nûnertiya Daîmî ya Komara Qibrisê re axivî û bi şûn de dest bi çalakiya rûniştinê hat kirin.