Li ber NY’yê çalakiya azadiyê hat lidarxistin

Di çalakiya rûniştinê de ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya NY’yê hat lidarxistin, şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn.

Çalakiya rûniştinê ku ji 25’ê Çileyâ sala 2021’ê ve ji bo azadî û şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her roja Çarşemê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Cenevreyê ku bajarekê Swîsreyê ye, tê lidarxistin, berdewam e.

Di çalakiyê de pêşîn rêz ji bo bibîranîna Şehîdên Meha Gulanê hat girtin. Bi pişt re Mûstafa Altûnbaş li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê axivî. Altûnbaş, behsa giringiya şehîdên meha Gulanê ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurd û têkoşîna şoreşê ya Tirkiyeyê kir.

Altûnbaş bal kişand bi ser çalakiya rûniştinê ku zêdeyê du salan e ew ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar dixin û destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe ji berê geştir bikin.

Mehmet Sutçu jî li ser navê Koordînasyona Partiya Çepên Kesk li ser hilbijartinên cara duduyan ên Serokkomariyê ku wê 20-24 Gulanê li Swîsreyê bên kirin, agahî dan û bang li hemû hilbijêran kir ku biçin dengê xwe bidin.

Çalakî, piştî berzkirina dirûşmeyan, bi çalakiya rûniştinê dewam kir.