Li Belçîkayê jî cotkaran dest bi çalakiyan kirin

Piştî çalakiya cotkaran a li Fransayê, cotkarên Belçîkayê jî dest çalakiyan kirin û ji roja Înê heya niha bi çalakiyên curbecur nerazîbûnên xwe nîşan didin. Hate ragihandin ku roja Duşemê di hatûçûna otorêyan de astengiyên mezin pêk hatine.

Cotkar ji bo berhemên xwe daxwaza bihayeke maqûl dikin. Her wiha hevpeymaên ku li ser bazirganiya serbest ku li cîhanê niha tên mizakerekirin, ji bo xwe weke metirsiyekê dibînin û vê yekê jî şermezar dikin.

Li gorî rapora polîsê trafîkê, protestoyên cotyaran bûne sedema sekinîna hatinûçûnê û li gelek cihan rê ji trafîkê re hatine girtin.

Danê sibehê jî traktor ketin Brukselê. Hate ragihandin ku traktor li nêzî Meydana Luksembûrgê kom bûne ku Parlamenta Ewropayê jî li wê meydanê ye.

Li gelek herêmên weke Brabant Wallon, Namûr, Luksembûrg, Haînaût û Brukselê jî li ser gelek rêyan çalakî berdewam dikin û deriyên hin marketên mezin jî hatine girtin.

Hin pankartên li ser traktoran ku li ser nivîsa ‘Dawiya me wê birçîbûna we be" û "Xewna zarokekî, xewnetirsa mezinan" heyî bal kişand.

Bi taybetî li Fransayê, cotkar li gelek welatan bi çalakiyan hêrsa xwe nîşan didin

Her wiha Yekîtiya Ewropayê beriya hilbijartinên Ewropayê yên ku wê di meha Hezîranê de bêne kirin, bi daxwazên rastgiran re rû bi rû maye û li Elmanya, Romanya, Polonya û Hollandayê çalakiyên protestokirinê zêde bûne.