Li Belçîkayê gumana ji êrîşa 'terorîstî': 7 kes hatin girtin ku yek jê Tirk e

Li Belçîkayê di çarçoveya operasyonên "Îhtîmala êrîşa terorê" de 7 kes hatin girtin ku yek ji wan kesekî ji Tirkiyeyê ye.

Di operasyonên ku li Belçîkayê hatin kirin de derdorên ku wek "cîhadîst" tên pênasekirin hatin hedefgirtin. Di operasyonên ku bi taybetî "ciwanên radîkal" hedef hatin girtin de, êvara Duşemê 5 kes hatin destgîrkirin.

Li gorî daxuyaniya dozgeriya federal, piraniya kesên hatine destgîrkirin temenê wan 20 salî ne.

Di daxuyaniya danê sibê ya Sêşemê de hat ragihandin ku 8 kes hatine destgîrkirin û yek ji wan hatiye berdan.

Hat diyarkirin ku destgîrkirin di çarçoveya du lêpirsînên ku li Bruksel û Anversê tên kirin de pêk hatine. Hat destnîşankirin ku her du lêpirsîn bi gumana "îhtîmala êrîşa terorê" hatin kirin û hate gotin bi hev ra girêdayî ne.

Hat ragihandin ku di qonaxa niha de hedefên potansiyela "projeyên êrîşê" nehatine tespîtkirin.

Li Anversê ji bo 4 kesan biryara destgîrkirinê hate dayîn. Hate diyarkirin ku ev welatiyê Belçîkayê Elias E.A yê di sala 2003’an de ji dayik bûye, Sebastian B. yê ku welatiyê Belçîkayê ye di sala 2003’an de ji dayik bûye, Harûn C. yê di sala 1987’an de li Tirkiyeyê ji dayik bûye û Vanessa B. ku hemwelatiyê Belçîkayê bû di sala 1999 de ji dayik bû. Serdozgeriyê diyar kir ku her 4 kes bi tewanên “beşdarî xebatên rêxistina terorê bûne”, “amadekirina sûcê terorê”, “bi armanca teşwîqkirina komisyona sûcê a terorê peyamek belav kirine” û “di çarçoveya teşebûsa sûîqestê de” hatin girtin.

Di çarçoveya dosyayê de li Brukselê 3 kes hatin girtin. Hat ragihandin ku ev welatiyê Belçîkayê Adam D. yê di sala 2004'an de ji dayik bûye, welatiyê Belçîkayê Kerîm H. yê di sala 2000'an de ji dayik bûye û welatiyê Bulgaristanê Sergey R. yê di sala 2003'an de ji dayik bûye. Dozgeriyê diyar kir ku Sergey R. û Kerîm H. tenê bi tewanên "beşdarî xebatên rêxistina terorê bûne" tên sûcdarkirin. Li aliyê din Adem D. bi “Amadekariya sûcê terorê” û “bi armanca teşwîqkirina komîsyona sûcê ya terorê peyamek belav kiriye” tê sûcdarkirin.