Li Bedarîuexê şeva piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re
Li bajaroka Bedarîeux ê Fransayê ji bo mexdûrên erdheja 6’ê Sibatê ji aliyê Şaredarî û dostên Kurdan ên Fransî ve şeva piştevaniyê hat lidarxistin.
Li bajaroka Bedarîeux ê Fransayê ji bo mexdûrên erdheja 6’ê Sibatê ji aliyê Şaredarî û dostên Kurdan ên Fransî ve şeva piştevaniyê hat lidarxistin.
Di şeva piştevaniyê de ku rayedarên Navenda Demokratîk a Kurd a Montpellîer jî amade bû, Komuna Demokratîk a Jinan a Montpellîerê xwarinên Kurdan pêşkêşî mêvanan kirin.
Dahata ji çalakiyê ku stran lê hatin gotin, ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re ji Roja Sor re hat şandin.