Li Başûrê Kurdistanê bi êrîşên hewayî gund tên topbarankirin
Êrîşên dewleta Tirk ên bi armanca dagirkirina Başûrê Kurdistanê di nava gelê li herêmê de rê li ber nerazîbûnên cidî vedike.
Êrîşên dewleta Tirk ên bi armanca dagirkirina Başûrê Kurdistanê di nava gelê li herêmê de rê li ber nerazîbûnên cidî vedike.
ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ
Dewleta Tirk a dagirker di sala 2025 an de êrîşên xwe yên li ser axa Başûrê Kurdistanê dijwartir kiriye. Ji aliyek ve êrîşên hewayî warên sivîlan, gund û derdora wan dike hedef, li aliyê din gelên li gundan dijîn neçar dimînin ku koç bikin. Ji ber êrîşên dijwar, gundî nikarin biçin nava rez û bexçeyên xwe û ev yek dibe sedem ku debara xwe jî winda bikin.
Ji aliyek ve PDK’ê ragihand ku heta fermanek din ketin û derketina gundan qedexe ye û ji aliyê din jî, ji bo sivîlên li gundan warê xwe biterikînin bi obus û balafirên şer tên topbarankirin.
Li gorî şêniyên herêmê sedema van zehmetiyan hevkariya PDK’ê û dewleta Tirk e. Êrîşên dewleta Tirk ên bi armanca dagirkirina Başûrê Kurdistanê di nava gelê li herêmê de rê li ber nerazîbûnên cidî vedike.