BI DÎMEN

QSD: 23 çete hatin kuştin, 36 jî birîndar bûn

Li eniyên Minbicê, di şerê ji ber êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker de 23 çete ahtin kuştin, 36 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê bûyerên dawî yên li eniyên başûrê rojhilatê Minbicê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên me Hêzên Sûriyeya Demokratîk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê berxwedaneke dîrokî pêk tînin û derbeyên giran li wan dixin.

Li eniyên başûr-rojhilatê Minbicê, di navbera şervanên me û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şerên dijwar qewimîn.

Pevçûn di saet 17.00`an roja înê des pê kirin û hetanî seet 11.00`ê roja şemiyê dewam kirin. Di pevçûnan de 23 çete hatin kuştin û 36 jî birîndar bûn, ji ber wê jî çete neçar man ku ji qada şer birevin. Ji ber derberyên giran ên şervanên me, gelek çete ji tirsa ku careke din biçin eniyên şer, bi birîndaran re diçin nexweşxaneyê û ji bijîşkan dixwazin ku wan weke birîndar nîşan bidin, ji ber ku çete di rewşeke bêhêvî û têkçûneke derûnî ya mezin de dijîn û bi her awayî hewl didin ji şerê li hember hêzên me birevin.

Tevî dijwariya şer û bombebaran balafirên şer û balafirên bê mirov yên dewleta Tirk a dagirker jî, lê hêzên me li hember çeteyan berxwedaneke lehengî nîşan dan û hemû êrîşên wan ên 2 rojên derbasbûyî şikandin û di encama wan êrîşan de 3 şervanên me şehîd bûn."