Li Baselê çalakiya piştgiriya bi Dayikên Şemiyê re

Aktîvîstên bi boneya Hefteya Têkoşîna Li Dijî Wendahiyên Di Nezaretan de ya Navneteweyî, li Baselê hatin ba hev, got: “Daxwazên Dayikên Şemiyê, yên me ne.”

Saziyên Şoreşger ku bi boneya Hefteya Têkoşîna Li Dijî Wendahiyên Di Nezaretan De ya Navneteweyî li bajarê Baselê Swîsreyê hatin ba hev, bi şiara “Em hêj jî hesabê yên di di bin çavan de hatine wendakirin, dixwazin” çalakî li dar xist.

Bi banga Buroya Navneteweyî ya ICAD’ê, Federasyona Karkerên Koçber a Swîsreyê, li qada Claraplatzê daxuyanî da çapemeniyê. Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) bûn piştgirên çalakiyê.

Daxuyanî li ser navê ICAD’ê bi Elmanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji Elmanyaya Hîtler ta bi Emerîkaya Latîn, ji Tirkiyeyê ta bi Srî Lankayê, ji Pakistanê ta bi Iraqê, ji Sûriyeyê ta bi Kolombiyayê, ji Meksîkayê ta bi Belûcistanê, ji Misirê ta bi Fasê, mirovên li dijî pergala zext û mêtinkariyê têkoşiyan hatin destgîrkirin û wendakirin. Bi civakan re fikar, nediyarî û tirsê çêdikin ku bi vê rêbaza qirêjî muxalefeta civakî bêdeng bikin.”

Ji bo eşkerekirina aqûbeta kesên hatine destgîrkirin û wendakirin û darizandina berpirsan, bal bi ser giringiya dewamkirina li têkoşîna li çaraliyê cîhanê de hat birin û wiha hat gotin: “Daxwazên Dayikên Şemiyê, daxwazên me ne.”

* Bila aqûbeta yên destgîr bûne û hatine windakirin, eşkere bibe.

* Bila dawî li hiqûqa necezakirina kiryarên sûcên windakirina destgîran bê anîn.

*Bila edalet bê duristkirin. 

* Bila êdî tu kes neyê destgîrkirin û wendakirin.

* Bila dewleta Tirk, Peymana Têkildarê Parastinê ya Hemû Kesan a Bêyî Wendakirina Bi Zorê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îmze bike, erê bike û pêk bîne.

* Bila qedexe ji ser Qada Galatasarayê bê rakirin.”

BILA HESABÊ WINDAYAN BÊ XWESTIN

Munevver Îltemûr ku ket nav çalakiyê, aktîvîstek e ku ji 27’ê Gulana sala 1995’an ve dixwaze bibe deng ji Dayikên Aştiyê re.

Îltemûr ku bi ANF’ê re axivî, wiha got: “Hingê jî em her hefte dihatin destgîrkirin. Tevî biryara ku Dadgeha Destûra Bingehîn daye, dewleta Tirk a faşîst ji zû ve ye ku Ketina nav Qada Galatasayê li Dayikên Şemiyê qedexe kiriye. Van 5-6 hefteyên dawîn dixwazin Dayikên Şemiyê, xwişk û birayên windayan, bi destgîrkirinê bêzar bikin. Lê nikarin, wê nekarin. Bila windayan bibînin, hesab bixwazin. Yên ji dest dane birin, wê ji dest bidin.”

Siyasetmedar Alî Orak ku li ser navê ÎGÎF’ê axivî, diyar kir ku faşîzm û dîktaroriyên faşîst ji bo parastina hebûna xwe, êrîşê gel, mixelef û şoreşgeran dikin û ev gotin kirin: “Li dijî polîtîkayên bi armanca rewakirina wendakirina di bin çavan de, em bindest, mixelef, demokrat, welatparêz wê li kuçe û kolanan bin. Heta ku daxwazên Dayikên Şemiyê bên pêşwazîkirin, em gav bi paş ve naavêjin û em ê teqez hesab bixwazin.”

Çalakî, bi banga piştevaniya navneteweyî û berzkirina dirûşmeyan qediya.