Li Baselê çalakiya ji bo xwedîderketina li Efrînê
Kurdistanî û dostên wan li dijî dagirkirina Efrînê li bajarê Basel a Swîsreyê hatin gel hev û bêdengiya cîhanê protesto kirin.
Kurdistanî û dostên wan li dijî dagirkirina Efrînê li bajarê Basel a Swîsreyê hatin gel hev û bêdengiya cîhanê protesto kirin.
Bi pêşengiya Komîteya Rojava, Tevgera Jinan a Kurd a Swisreyê (YJK-S) û Navenda Civaka Kurd a Swîsreyê (CDK-S), li qada Dîe Welt Park mitîngek hate lidarxistin.
Aktîvîsta Komîteya Rojava û li ser navê Navenda Civaka Kurd a Swîsreyê Zozan Dêrik axivî û banga xwedîderketina li berxwedaniya Efrînê kirin û li dijî qirkirina jinê bang hate kirin.
Gel hewldanên polîsên Swîsreyê ya astengkirina meşê ya bi hinceta sinordarkirina şewbê protesto kirin, çalakiya rûniştinê lidar xistin. Piştre rê li trafîkê girtin û li wir demek dirêj dirûşme berz kirin.
Di axaftinên li ser navê komîteya amadekar hatîn kirin de hate gotin, “Li pêş çavê hemû cîhanê ji aliyê dewleta Tirk ve li Efrînê dagirkerî û qetlîam tê kirin. Heta ku hûn çav, guh û devê xwe bigrin û leyîstoka sê meymûnî bileyîzin hûnê hevkarê vî sûcî bin. Em xwedî li têkoşîna gelê Kurd derdikevin û hebûna xwe ya li qadan dom bikin. Di pêvajoya şewbê de îro hîn jin û zarok bên qetilkirin, em jî wê derketina xwe ya li qadan dom bikin.”
Gel piştî ku bi çalakiya bê îteatiya sivîl dom kirin û ketin navenda stasyona trenê, li vir jî demek dirêj dirûşme berz kirin û çalakiya xwe bidawî kirin.