Nûçeya Lezgîn: Encama danezanê ya PKK'ê hate eşkerekirin: Karên bi navê PKK'ê têne meşandin hemû hatin bidawîkirin

Li Barcelonayê ji bo Kobanê û Tişrînê semîner

Li Barcelonayê di çarçoveya kampanyaya parastina Kobanê û Tişrînê de, roja 23’yê Çilêyê bi tevlîbûna 40 kesan semînerek hat lidarxistin.

Semînera ku di 23’yê Çileyê de bi armanca parastina Kobanê û Tişrînê, li Barcelonayê bi beşdariya 40 kesan pêk hatî, bi nîqaşên li ser dîroka Tevgera Azadiyê, komploya navneteweyî û rastîya Rêbert Apo derbas bû.

Di semînerê de rola jinan û projeyên pêşxistina civakê jî yek ji mijarên nîqaşê yên sereke bû.

Piştî semînerê, li ser sûdwergirtina ji tecrûbeyên Rêber Apo ya di rêya rêxistinkirina civakê de nîqaşên têr û tijî hatin kirin.

Di dawiya semînerê de ji bo meşa 26’ê Çileyê ya Barcelonayê banga tevlîbûnê hat kirin.