Li bajarên Padoue û Rovîgo yên Îtalyayê danasîna pirtûkan

Li bajarên Padoue û Rovîgoyê yên Îtalyayê danasîna pirtûkên La Montagna Sola û Şengale Kadar Uyuma (Heta Şengalê Ranezê) ku trajediya gelê Şengalê vedibêje, hat kirin. Danasîna pirtûkan rastî eleqeyekî mezin hatin..

Li Îtalyayê danasîna pirtûkên “La Montagna Sola” (Çiya Bi Tenê ye) ku ji aliyê karîkaturîstê navdar a Îtalyayî Zarocalcarê (Mîchele Rech), nivîskar Chîara Cruciatî û Rojbîn Berîtan ve hatiye nivîsandin û xêzeromana bi navê Şengale Kadar Uyuma (Heta Şengalê Ranezê) didomin.

Li bajarên Padoue û Rovîgoyê danasîna pirtûkan rastî eleqeyekî mezin hat.

Li Îtalyayê komeke ji sendîkayên cur be cur, komele, rojnamevan, rewşenbîr û ji karîkaturîstekî pêk tê, di 26’ê Gulana 2021’an de bi pêşengtiya Komeleya Ber bi Kurdistanê ve (Verso il Kurdistan) li gel astengkirinan jî serdana Wargeha Mexmûrê û Şengalê kirin. Piştî serdanan ev pirtûk hatibûn amadekirin.

Danasîna pirtûkên ku ji aliyê Ya Basta (Êdî Bes e û Rete Kurdistan Polesîne) ve li bajarên Padoue û Rovîgoyê hatin organîzekirin, nêzî hezar kes beşdar bûn. Bernameya li Rovîgoyê ji ber eleqeyekî mezin, di rojekî de du caran hat lidarxistin.

Di bernameyê de belgefilma ji bo bîranîna şoreşgerê enternasyonalîst Lorenza Orsettî (Têkoşer) ê di 18’ê Adara 2019’an de li Rojava şehîd bû, hat nîşandan.

Her wiha ji bo piştevaniya bi herêmên erdhejê re bangawazî hatin kirin û alîkarî hatin komkirin. Hate diyarkirin ku alîkarî ji bo dayîna mexdûrên erdhejê radestî Heyva Sor a Kurdistan a Îtalaya (Mezzaluna Rossa Kurdistan Italia) were kirin.

Bername heta saetên dereng berdewam kirin.