Li Atînayê piştî felaketê bi hezaran kesî hikumet şermezar kirin
Li Atînayê, piştî felaketa trenê bi hezaran kes li ber parlamentê li hev kom bûn û hikumet şermezar kirin.
Li Atînayê, piştî felaketa trenê bi hezaran kes li ber parlamentê li hev kom bûn û hikumet şermezar kirin.
Piştî felaketa trenê ya li Yewnanistanê ku 57 kesan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 7 hezar û 500 kes li paytext Atînayê li ber avahiya parlamentê li hev civiyan.
Girseya gel a bi hêrs, li se banga xwendekar, xebatkarên rêyên hesinî û xebatkarên li sektora cemaweriyê li hev kom bû.
Li welêt her wiha li tren û metroyan grev hate kirin. Pankartên bi nivîsa "Bimire hikumetên kujer" di çalakiyan de hatin hildan.
Serokwezîr Kyriakos Mîçotakîs piştî felaketê daxwaza efûyê ji malbatan kir. Serokwezîr peyamek ji xelkê Yewnan re nivîsî û li ser Facebookê parve kir. Mîçotakîs got, "Ez Serokwezîr efûyê ji her kesî bi taybetî ji xizmên qurbaniyan dixwazin."
Serokwezîr got, "Li Yewnanistana sala 2023'an dema ku du tren li ser heman xetê li hemberî hev biçe, nepêkane ku bala kesî nekişîne."
Serokwezîrê muxafazakar got, "Nabe ku em xwe li pişt xeteya mirovan veşêrin, divê em vê nexwazin û xwe veneşêrin."
Roja Yekşemê li Selanîkê di navbera polîsan û xwepêşandêran de şer qewimî.