BI DÎMEN

Li Amedê berxwedan didome

Li Amedê berxwedana gelê ku bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ hatî ba hev, didome.

Îro li Amedê mîtînga ku dihat plankirin bê lidarxistin, hate qedexekirin. Piştre gel ji gelek bajaran kete nava liv û tevgerê. Polîsan gel asteng kir.

Li dijî astengiya polîsan berxwedan dewam dike, li her çar aliyan jî li bajêr meş hatin destpêkirin. Gel ji nuqteyên cur be cur ên bajêr hate ba hev. Bi taybetî li Semta Ofîs, navçeyên Sûr û Rezanê meş û çalakiyên protestoyî tên lidarxistin.

Di çalakiyan de bênavber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” tên berzkirin.

Gelê ku ji her çar aliyên bajêr dest bi meşê kirî, li Semta Ofîs hate ba hev.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar wiha got: “Îro rojeke dîrokî ye, îro roja azadî û aştiyê ye.”