BI DÎMEN

Komploya 9’ê Cotmehê li Bordeauxê hat şermezarkirin

Li bajarê Bordeaux ê Fransayê Komploya 9’ê Cotmehê bi meş û mîtîngê hat şermezarkirin.

Komploya 9’ê Cotmehê ya ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, li bajarê Bordeaux ê Fransayê hat şermezarkirin.

Kurdistanî ji bo şermezarkirina komployê li Qada Stalîngradê li hev civiyan û li ser pira Pont de Pîre ber bi kolana Saint Michel ve meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin.

Meş li Qada Vîctorîa bi dawî bû û li wir mîtîng hat lidarxistin.

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir. Di axaftina de hat diyarkirin ku heta dawî li komploya hêzên modernîteya kapîtalîst were wê ev têkoşîn bidome.