Li Aarauyê mîhrîcana zarokan

Li Kantona Aarauyê gelek zarok di saetên nîvro hatin cem hev û heta êvarê têra dilê xwe lîstin.

Meclîsa Jinan a Rojbînê bi beşdariya gelek zarok û malbatên wan îsal “2’yemîn Mîhrîcana Zarokên Rojê” li Parka Schonenwerdê ya Kantona Aarauyê ya Swîsreyê li dar xist. Di şahiya ku heta dawiya rojê berdewam kir de dîmenên rengîn derketin holê.

Berdevka Meclîsa Jinan a Rojbînê Dîlan Çetînkaya di destpêka şahiyê de axaftinek kir. Çetînkaya diyar kir ku di salên pêş de ew ê şahiya zarokan bi rêk û pêktir bikin û wiha got: “Em vê şahiyê li hemû zarok beşdarbûne pîroz dikin. Zarok pêşeroja me ne. Ew misogeriya azadiya me ya pêşerojê ne. Ew rojên azad ên gelê Kurd û Kurdistanê ne.”

Zarokên di saetên nîvro de hatin cem hev heta ber êvarê lîstin û ketin pêşbirkê. Her wiha zarokên bi cil û bergên neteweyî beşdarî şahiyê bûbûn defîleya cil û bergan pêşkêş kirin.

Ji pêşbirkan yek jê jî pêşbirka zanîna zimanê Kurdî bû. Zarokên di pêşbirkê de serkeftî bûn hatin xelatkirin.

Şahiya zarokan bi stran û lîstikan bi dawî bû.