Kurdistaniyên bi pêşengtiya Meclîsa Jin a Rojbîn, TEKO-JIN û TCŞ’ê di seatên êvarê de li ber stasyona trenê hatîn gelhev, xwedî li pêngava “Bes e ji Tecrîd, Faşîzm û Dagirkeriyê re; Dem Dema Azadiyê ye” derketin û berxwedana li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Heftanînê hate slavkirin.
Di çalakiya li ser hev dirûşmeyên li dijî dewleta Tirk û êrîşên qetlîam û dagirkeriyê yên faşîzma AKP-MHP’ê hatin berzkirin de, bi Elmanî belavok hate xwendin.
Çalakî bi banga tevlîbûna meşa navendî ya sibe roja 9’ê Cotmehê di seat 14:00’an de li Beselê bê lidarxistin bidawî bû.