Li Îtalyayê banga tevlêbûna pîrozbahiya Newrozê hat kirin

Ofîsa Agahdarkirinê ya Kurdistanê ya Îtalyayê, banga tevlêbûna pîrozbahiya Newrozê kir ku wê li 6 cihên welêt were kirin.

Bi boneya Cejna Newrozê, wê li Roma, Bologna, Parma, Rovîgo, Tûrîn û Pîsayê ku bajarên Îtalyayê ne, pîrozbahî bê kirin. Ofîsa Agahdarkirinê ya Kurdistanê ya Îtalyayê, bang li hemû gelên bindest kir ku tev li pîrozbahiyê bibin û got: “Banga me ew e ku li civaka Kurd ku ji trajediya erdhejê bi bandor bûye, xwedî bê derketin û alîkariya madî bi Heyva Sor a Kurdistanê re bê kirin ku li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê bêyî sekin dixebite.“

Daxuyaniya Ofîsa Agahdarkirinê ya Kurdistanê ya Îtalyayê û cihên wê pîrozbahî lê were kirin ev in:

“Li gor efsaneyeke navdar a Kurdan, Newroza pêşîn, piştî Kawayê Hesînkar împarator Dehak kuştiye, ji bo ragihîne ku dawî li zilmê hatiye û ji bo hemû gelan bibe hêvî, bi vêxistina agirekê gur û geş hatiye pîrozkirin.

Ji hingê ve, cihê Newrozê li ba Kurdan taybet e, agirê Newrozê di demên herî trajîk de jî sembola hêviyê ye. Berxwedana dîrokî ya PKK’ê li zindana Amedê ku Mazlûm Dogan 21’ê Adara sala 1982’yan da ber agir û dest pê kir, di wê roja sembolîk de ji bo dewamkirina li têkoşînê careke din bû hêvî. Ji wê demê ve, hem li welêt hem jî li dîasporayê, Kurd, Roja Newrozê ne bi tenê wek cejnekê lê wek sembola berxwedan, têkoşîn, vejîn û hêviyê pîroz dikin.

Kurd di dîroka xwe de rû bi rûyê pêvajoya herî trajîk in. Dema dewleta Tirk li Rojava, Bakur, Şengal û li çiyayên azad ên Başûrê Kurdistanê şerê xwe yê li hemberî gelê Kurd bi awayekî hovane didomîne û dewleta Îranê li Rojhilat bi hezaran Kurd mehkûmê mirinê dike û bi dar ve dike, li Kurdistanê erdhejek mezin qewimî.

Heta niha zêdeyî 50 hezar kes jiyana xwe ji dest dan, dibe ku bigihêje 100 hezar kesan jî. Bi mîlyonan mirov ji erdhejê bi bandor bûn û ji bajarên herî qerebalix ên Kurdistanê Mereş û Semsûr hema hema bi temamî hilweşiyan.

Dewleta Tirk ku di şerê li dijî Kurdan de hemû rêbazan bi kar tîne, bi rojan mudaxele nekir û bû sedema mirina bi hezaran kesan. Di vê rewşê de tenê rêxistinên alîgir û bi taybet Heyva Sor a Kurdistanê karî bi awayekî bi bandor bi mexdûrên erdhejê re bibin alîkar.

Lewma em bang li her kesê dikin ku tev li pîrozbahiyên Newrozê ku li bajarên cuda yên Îtalyayê bên lidarxistin, bibin. Her wiha li dora civaka Kurd ku ji gelek trajediyên bandor bûne, bibin û alîkariya aborî bidin Heyva Sor a Kurdistanê ku li hemû herêmên Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê yên ku ji erdhejê bandor bûne, bêyî navber dixebite.“

Dem û navnîşanên pîrozbahiyên Newrozê yên li bajarên Îtalyayê wiha ne:

ROMA

18’ê Adarê, 17:00- Navenda Çandê ya Ararat Sosyo - Largo Dino Frisullo

BOLOGNA

22’ê Adarê, 18:00- Municipio Sociale Làbas - Vicolo Bolognetti 2

PARMA

21’ê Adarê, 19:00 - Piazza Inzani

ROVIGO

19’ê Adadrê, 12:30 – Xwarina Piştevaniyê "Da Mino" Restoran

TURIN

19’ê Adarê, 14:30 - Via Francesco Millio 42

PISA

25’ê Adarê, 18:00 - Via Giosuè Carducci 9 (Ghezzano)