Li Îskoçyayê meşa dirêj a 3 rojan destpê kir
Li bajarê Îskoçya li dijî operayonên qirkirina siyasî ya dewleta Tirk a 3 rojan wê dom bike, wê li pêşiya parlementoya Skoçyayê bi dawî bibe.
Li bajarê Îskoçya li dijî operayonên qirkirina siyasî ya dewleta Tirk a 3 rojan wê dom bike, wê li pêşiya parlementoya Skoçyayê bi dawî bibe.
Yekîtiya Koçberên Tirkiyeyî- Kurdistanî (AvEG-KON), Meclîsa Gelê Kurd a Îskoçya û Navenda Karkerên enternasyonal a Dundee meşek dirêj a 3 rojan destpê kir.
Komîteyê daxuyaniyek da û armanca wan protestokirin û tehşîrkirina polîtîkayên tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî ye.
Ji AvEG-KON Huseyîn Karasû jî bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê, HDK û ESP’ê yên li Tirkiyeyê.
Karasû got: “Divê xwedî li HDP, HDK û ESP’ê bê derketin, banga tehşîrkirina dewleta Tirk dikin. Ji bo vê em ji Edînburghê ber bi parlemeentoya Îskoçyayê dimeşin. Banga piştevaniyê dikin.
Ji berdevkên Navenda Karkerên enternasyonalîst a Dûndee Alessandro Skarlatos jî destek da çalakiyê û got: “Em operasyona qirkirina siyasî ya li ser ESP û HDP’ê, dîsa tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din qebûl nakin. Em li gel gelê Kurd li Îskoçyayê mil bi mil dimeşin. Armanca me ew e ku em êrîşan bibin rojeva Parlementoya Îskoçyayê.”
Meş wê 9’ê Cotmehê bi çalakiyeyekê ku li pêşiya Parlementoya Îskoçyayê bê lidarxistin, dawî bibe.