Li 4 navendan kongre hatin lidarxistin

Li bajarên Reûtlîngen, Hannover, Esslîngen û Nurnbergê DTKT û meclîsên jinan kongreyên xwe lidarxist.

Li bajarê Elmanya Reûtlîngenê Meclîsa Jinan a Lêgerîn kongreya xwe ya destpêkê lidarxist.

Kongre bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û di kongreyê de qala girîngiya çalakiyên grevên birçîbûnê hate kirin û hate gotin ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan erekeke mezin dikeve ser milê jinan. Bi taybet hate gotin ku divê jinên ciwan rolê pêşeng bileyzin.

Piştre rêziknameya meclîsê hate xwendin û avabûna meclîsê hate ragihandin. Di meclîsê de 25 jin cih digrin. Komîsyonên rêxistinkirinê, têkiliyên karên derve, civak, komîsyona zarokan û komîsyonên perwerde û çand huner a jinên ciwan hate avakirin. Di kongreê de 3 berdevk jî hatin hilbijartin.

HANNOVER

Li Hamel a bajarê Hannover a Elmanyayê piştî 5 salan dîsan bi armanca meclîbûNê kongre hate kirin. Di kongreyê de pirsgirêkên bêrixistinbûyînê hatin gotubêjirin û meclîsa ji 25 kesan hate avakirin.

Di kongreê de planname hate kirin û berxwedêrên grevên birçîbûnê hatin silav kirin.

NÜRNBERG

Li bajarê Elmanya Nurnbergê Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd 10’emîn kongreya xwe lidarxist. Konre li salona Mala Gel a Medya bi beşdarbûna Interventionistische Linke Nürnberg, Partîzan Nurnberg, Diyalog Nurnberg, nûnertiya PYD’ê û gelek Kurdistanî beşdarbûn.

Destpêkê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û piştre dîwan hate hilbijartin. Hevseroka berê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Nurnbergê Asya Karataş axivî û got; “Greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven bi tevlîbûna li derveyî welat û girtîgehan re bûye pêngavekî ya berxwedanê ya dîrokî. Jiyana Guven û çalakgerên din sînorê metirsiyê derbas kiriye. Divê em Kurdistaniyên li Ewrpoyê dijîn têkoşînê hê bêhtir geştir bikin”

Piştre raporên malî û xebatan hatin xwendin û hilbijartin hate kirin. Di hilbijartinê de hevserokên Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd hatin hilbijartin.

ESSLÎNGEN

Li bajarê Elmanya Esslîngeê jî Meclîsa Gel a Demokratîk 8’emîn kongreya xwe lidarxist. Kongre bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre siyasetmedarê Kurd Nûwan Wan axivî.

Hevberdevkê HDK-E Demîr Çelîk di kongreyê de axivî komkujiya Helebce şermezar kir û balkişand li ser grevên birçîbûnê.

Di kongreyê de peyama AGÎF jî hate xwendin û raporên kongreyê hate xwendin û nirxandin. Di kongreyê de hilbijartin hate kirin û meclîsa ji 29 kesan pêk tê hate hilbijartin.