Kurdistaniyên Fînlandiyayê siyaseta Iraqê ya li ser Şengalê protesto kirin
Komek Kurdistanî ji bo protestokirina siyaseta Iraqê ya li ser Şengalê li pêşiya Sefaretxaneya Iraqê ya li paytexta Fînlandiya Helsînkê kom bûn, çalakiyek kirin.
Komek Kurdistanî ji bo protestokirina siyaseta Iraqê ya li ser Şengalê li pêşiya Sefaretxaneya Iraqê ya li paytexta Fînlandiya Helsînkê kom bûn, çalakiyek kirin.
Kurdên li paytext Helsînkî dijîn, li ber derê Sefaretxaneya Iraqê ya li Fînlandiyayê kom bûn, peymana 9’ê Cotmeha 2020'ê ya navbera Tirkiye-Iraq û PDK’ê li ser Şengalê hatibû îmzekirin, protesto kirin.
Kurdistaniyan li vir daxuyaniyek da û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku baldar tevger bike û nekeve lîstikên Erdogan û PDK’ê.
Li ser çalakiyê Sefîrê Iraqê bi Kurdan re civiya û guh da daxwazên Kurdan ên bi Kurdî û Erebî hatin gotin. Li aliyê din Kurdistaniyan daxwazên xwe bi zimanê Îngilîzî radestî rayedarên sefaretxaneyê kirin.
Sefîrê Iraqî jî soz da Kurdan ku daxwazên wan bigihînin hikûmeta Iraqê.