Kurdistaniyan li Swîsreyê ji NY’yê re name şandin

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dawîbûna tecrîdê, Kurdistaniyan li bajarê Lozan a Swîsreyê name ji Sekreteriya Giştî ya NY’yê re şandin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lozan û Meclîsa Jinan a Lajîn li bajarê Lozan a Swîsreyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Serkreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres name şandin.

Hevserokê NCKD a Lozanê Sitki Demîr ji ANF’ê re aixivî û diyar kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan name bi komî ji Sekreterê Giştî yê NY’yê re dişînnin.

Demîr anî ziman ku heta bigihêjin armancên xwe wê çalakiyên xwe bidomînin.