Kurdistaniyan li Hambûrgê desteserkirin protestokirin

Bi mîtîngekê desteserkirina şaredariyên Amed,Wan û Mêrdînê li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê hate protestokirin.

Gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî mîtînga ku li pêşiya Parlementoya Hambûrgê hate lidarxistin bûn. Di mîtîngê de aktivîsta jin û nivîskar Anja Flach axivî û got: “Wezîfedarkirina qeyûman tê wateya darbeyeke li dijî vîna azad a gel û mirovên hatine hilbijartin.”

Nûnerê Komîteya Piştevaniya li gel HDP’ê ya Hambûrgê Devrîm Rênas jî axivî û diyar kir ku li dijî polîtîkayên qeyûman divê piştevaniya şoreşgerî bê xurtkirin.

Rênas anî ziman ku polîtîkayên qeyûm û derbe nikarin têkoşîna azadiya gelê Kurd asteng bike.

Di dawiya mîtîngê de bang li her kesê hate kirin ku tevlî çalakiya ku wê roja Şemiyê saet 15:00’ê li pêşiya stsyona Trenê ya Sternschanzeyê bê kirin bibin.