Kurdistaniyan li Bernê bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk tehşîr kir

Kurdistaniyên li Bernê dijîn, di hevdîtinên dikin de, daxwaz kir ku têkildarî bikaranîna gazên jehrî yên ji aliyê dewleta Tirk ve şandeyek serbixwe bihşînin herêmê.

Kurdistaniyên li paytexta Swîsre Bernê dijîn, têkildarî bikaranîna gazên jehrî û çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi saziyên rêxistinên civaka sivîl, saziyên mafê mirovan û partiyên siyasî re civiyan.

Şandeya ji Endamên Navenda Civaka Kurd û Meclîsa Jinan a Mizgîn pêk dihatin, di serdanên xwe yên ji roja Duşemê û vir ve dikin, dosyayên têkildarî bikaraîna gazên jehrî, qirkirina xwezayê û sûcên li dijî mirovan banga mudaxeleyê kirin.

Şande roja Duşemê bi Mafê Mirovan a Kantona Bernê, Rêxistina Efû ya Navneteweyî û Nûnerên Xaça Sor a Bernê re hevdîtin kir û dosya pêş kêş kir.

Kurdistaniyan îro jî serdana ACAD a Organîzasyona Mafê Mirovan a Serbixwe (Die Aktion der Christen für die Abschaffung der Folter) kir.

Kurdistaniyan piştre serdana Partiya Demokratîk a Sosyalîst û Nûnerên Keskan a Bernê kirin. Kurdistaniyan daxwazên xwe yên têkildarî lêkolîna bikaranîna çekên kîmyewî pêşkêş kirin, sosyayên amade kirin, pêşkêşî rayedaran kirin.