Kurdên Tambovê qeyûm protesto kirin

Li navçeya Mîçûrînsk a Tambov a Federasyona Rûsyayê desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê bi daxuyaniyekê hate protestokirin.

Kurdistraniyên li navçeya Mîçûrînsk a Tambov a Federasyona Rûsyayê dijîn bi daxuyaniyeke ya çapemeniyê  desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê ya ji aliyê Wezîrê Karê Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylû ve protestokirin.

Hevserokê Meclîa Gel a Mîçûrînsk Nebî Avdûselam ê di daxuyaniya çapemeniyê ya li pêşiya Navenda Çanda Kurd a Mîçûrînskê de axivî, bal kişand ku êrîşên dewleta Tirk a li ser Kurdan ne rewa ye.

Avdûselam anî ziman ku AKP di gelek eniyan de li dijî Kurdan ji sûcê kirî divê bê darezandin û got: “Desteserkirina şaredariyên Amed,Wan û Mêrdînê yên bi îdîayên bê bingeh tê wateya êrîşeke li dijî vîna gelan. Bi vê biryarê ya ku ne rewaye ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve hatiye kirin ne ne sûcê yekê ye ku li dijî Kurdan dikin. Ji bo vê ye di serî de bang li Rûsya û hemû hêzên navneteweyî dikin ku divê li dijî van pêkanînên der hiqûqî bêdeng nemînin.”