Kurdên Rûsya: Li dijî tecrîdê tavilê bikevin tevgerê

Kurdên li Rûsya ku tecrîd protesto kirin, got: “Heta ku hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd re pêk neyê, wê fikarên me bidomin.Tavilê ji bo hevdîtinê bikevin tevgerê.”

Kurdên li herêma Krasnadar a Rûsyayê dijîn, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

Li ser navê Meclîsa Gelê Kurd a Krasondar Besê Amed û Meclîsa Jinan a Kurd a Rûsaya jî Ayde Babayeva axivî û bal kişand ser tecrîda bê hiqûqî û got: “Êdî tehemûla Kurdan nemaye, em bêdeng nabin.”

Wiha hate domandin: “Heta ku parêzer û malbat rû bi rû hevdîtinê li gel Rêberê Gelê Kurd neke, fikarên me wê bidomin.”

Di çalakiyê de ji raya giştî ya Rûsya û navneteweyî hate xwestin ku li dijî tecrîdê tavilê bikevin tevgerê.

Welatiyên bi navê Avraman, Şiyar û Rûslan li ser tecrîdê axivî û diyar kirin ku ew tecrîdê qebûl nakin û gotin: “Tevilê bikevin tevgerê.”