Kurdên li Ewropayê li dijî êrîşên dagirkeriyê li qadan in - HATE NÛKIRIN

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, di roja 4’an a êrîşên dewleta Tirk de dîsa li qadan bûn û peyama “Eger ku dijmin çavên xwe sor kiribin, em jî neçar in ku bi zanebûna neteweyî, li dijî van êrîşan bibin bersiv” dan.

Li gelek navendên Ewropayê êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin. Di protestoyan de hat diyarkirin ku dewleta hov ne tenê destkeftiyên Kurdan, hebûna Kurdan ji xwe re kiriye armanc û wiha hate gotin: “Kurd divê li dijî van êrîşên tunekirinê, ji her demê zêdetir têbikoşin, Şoreşa Jinan a Rojava biparêze û li her derê hêrs û berteka xwe mezin bike.”

LÎLLE

Bi armanca protestokirina êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên li ser Rojava, li bajarê Lîlle ê Fransayê çalakiyek hat lidarxistin.

Kurdistanî li qada Place dû Theatre ya Lîlleyê hatin ba hev. Kurdistaniyan li vir alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, YPJ-YPG’ê û aleke mezin a PKK’ê hildan. Ji bo kesên ku di êrîşan de şehîd bûne, deqeyek rêz hat girtin. Bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla”, “Terorîst Erdogan” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.

Di daxuyaniya hat dayîn de wiha hate gotin: “Em vê êrîşa li dijî gelê xwe, qebûl nakin. Eger ku dijmin çavên xwe sor kiribin, em jî divê bi zanebûna neteweyî li dijî van êrîşan bibin bersiv. Me li dijî hovîtiya Tirk ku statuya Kurdan qebûl nake û hêzên emperyalîst, parastina Kurdistanê li ser xwe ferz kiriye.”

Çalakî, bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

HANNOVER

Kurd û dostên wan li Haûptbahnof a bajarê Hannover ê Elmanyayê hatin ba hev û ji bo protestokirina êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê, daketin qadan.

Piştî deqeyek rêzgirtinê mîtîng dest pê kir. Hevserokê Meclîsa Hannoverê Ciwan Çewlik di mîtîngê de axivî û wiha got: “Rojava, îro bi pergala ku ava kiriye, li cîhanê li ser esasê wekheviyê sosyalîzm ji nû ve ava kir. Xwedî derketina li vê pergalê, meseleya rûmetê ye. Em teslîm nabin. Em ê li ber xwe bidin. Kesên meraqa rewşa me dikin, careke din bifikirin.“

Gelek sazî tev li çalakiya protestoyî bûn. Piştre girse ber bi navenda bajêr ve meşiya û bê navber dirûşmeyên “Tolhildan” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin.

Çalakî di saet 18.30’an de bi dawî bû.

FREÎBÛRG

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê, gel daket qadan. Berdevê PYD’ê yê Freîbûrgê Mewal Mihemed di çalakiyê de axivî û got: “Em ji kîjan nijadê bin, bila bibin divê em xwedî li gelê Kurd derbikevin. Ev bêdengî ji xeynê mirinê, tiştekê din naîne. Mirovên ku îro ji bo şerê Ûkraynayê dirabin, dengê xwe nakin, çima? Dema mijar dibe Kurd, kes dengê xwe nake. her Em Kurd, em ê bêdeng nemînin, em ê bibin deng.”

RENNES

Kurdistaniyên li bajarê Rennes ê Fransayê dijîn, ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava, dîsa li qadan bûn. Kurdistanî nêzê saet 19.00’an li Place du Colombîerê hatin ba hev û bi berzkirina diruşima “Bijî berxwedana Rojava” dest bi meşê kirin. Di meşê de belavok hatin xwendin û belavkirin.

Di daxuyaniya hat dayîn de, wiha hate gotin: “Êrîşên derhiqûqî û hovane yên dewleta tirk, ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve kete rojeva cîhanê. Dewleta Tirk a dagirker û faşîst li hemberî vê yekê, rojevê diguherîne; ji bo êrîşên xwe weke hincet timî komployan ava dike.

Dewleta Tirk a faşîst, bi van êrîşan ne tenê destkeftiyên Kurdan ji xwe re kiriye hedef. Kurd divê li dijî êrîşên tunekirinê, ji her demê zêdetir têbikoşin, Şoreşa Jinan a Rojava biparêze û li her qadê hêrs û berteka xwe zêde dike.”

Meş li qada Repûblîqûeyê, piştî daxuyaniyê bi dawî bû.

DARMSTADT

Kurdistaniyên li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê, di roja 4’an a êrîşan de dîsa li qadan bûn.

Kurdistanî di saet 16.00’an de li Lûîsenplatzê hatin ba hev. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê, bi daxuyaniyan û bertekên li dijî êrîş û bêdengiyan hatin raberkirin.

Çalakger, ber bi cihê ku her roja Çarşemê ji bo Jîna Emînî lê find tên vêxistin, ve meşiyan.

Di meşê de dirûşmeya “NATO fînanse dike, Tirkiye Kurdan qetil dike” hat berzkirin û dewletên NATO’yê ku hevkarên sûcê şer ên dewleta Tirk in, hatin protestokirin.

MARSÎLYA

Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, çalakiyên Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F), Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bê navber dewam dikin.

Kurdisanî îro di saet 18.00’an de li ber Walîtiya Marsîlya û Balyozxaneya DYE’yê, bi banga lezgîn a NCD’ê hatin ba hev û mîtîng li dar xistin. Çalakî nêzê du saetan dewam kir û belavok hatin belavkirin. Dirûşmeyên “Bijî berxwedana QSD’ê”, “Bijî berxwedana PKK’ê” û “Bijî berxwedana gerîla” hatin berzkirin.

Komîteya amadekar a Marsîlyayê, banga xwedîderketina li çalakiyan kir. Sibê wê bi pêşengiya saziyên Fransî dosya ji Walîtî û Nûneriya Parlamentoya Ewropayê bê dayîn û hevdîtin bên kirin.

BORDEAÛX

Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ku ev 4 roj in bê navber li ser Rojava dewam dikin, li îstasyona trenê ya bajarê Bordeaûx ê Fransayê çalakî hat lidarxistin. Çalakgeran rêya tramvayê li trafîkê girtin û dirûşmeyên “Kobane n’est pas seûl (Kobanê ne bi tenê ye)”, “Aba regîme fascîste a tûrkûe Solûtîon polîtîqûe poûr le Kurdistan”, “Kobane vîv la Kobane” û “Her der berxwedan her der Rojava” berz kirin.

PARÎS/DRANCY

Ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê hatin ba hev û li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava meşiyan.

Çalakî di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” hat lidarxistin. Çalakî li ber Komeleya Çanda Kurd a Drancyê dest pê kir. Ciwanan li navenda bajêr bi berzkirina dirûşmeyên bi Fransî û Kurdî, êrîşên dewleta Tirk a faşîst protesto kirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Ciwanan alên ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser bûn û pankarta “Werin Cenga Azadiyê” hildan û bê navber dirûşmeyên “Assassîn Erdogan (Kujer Erdogan)”, “A Bas Le Regîme Fascîste En Tûrqûîe (Bimre rejîma Tirk a faşîst)”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana gerîla” berz kirin.

Ciwan heta Şaredariya Drancyê meşiyan û li ber avahiya şaredariyê daxuyanî dan. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

DRAGÛÎGNAN

Li Dragûîgnan ê Fransayê jî bi banga çalakiya lezgîn, di saet 18.00’an de li ber Prefectûreyê, ji bo protestokirina êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê, daxuyanî hat dayîn.

Girseyê bê navber dirûşmeyên “Faşîst Erdogan”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî berxwedana YPG’ê” berz kirin.


          [album=18045]