Kurdên li Danîmarkayê ji bo grevên birçîbûnê daketin kolanan

Kurdên li Danîmarkayê dijîn ji bo xwedîderketina li berxwedêrên greva birçîbûnê di nava çalakiyan de ne.

Li Danîmarkayê çalakiyên bi şîara “Bêdengiya we wê bibe şerma we” yên li dijî tecrîd û xwedîderktina li grevên birçîbûnê didomin.

Piştî çalakiyên fedayî Kurdên li Danîmarkayê dijîn daketin kolanan.

Li ser banga NCDK û Meclîsa Jinan a Sêvê Kurdistanî û dostên wan li pêşiya Amnesty Internasîonal Danîmarka çalakiya protestoyê lidarxistin. Îro jî li Kopenhagê serdana CPT hate kirin û dosyayek radestî CPT hat ekirin. Erk û berpisyartiyên CPT hate bibîrxistin û daxwaz hate kirin ku li dijî tecrîdê bikeve nava tevgerê.