Kurdan û Îtaliyan li Mîlanoyê li dijî dagirkeriyê rabûn

Bi çalakiyekê ya ku li bajarê Îtalya Mîlanoyê pêk hat desteserkirina şaredariyên Amed,Wan û Mêrdînê hate protestokirin.

Kurdistanî û saziyên Îtalî li Malînoyê bi çalakiyekê dagirkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê protestokirin.

Girseya li pêşiya Şaredariya Mîlanoyê hatin ba hev pankarta ‘Em li dijî qirkirina siyasî ya hikûmeta AKP/MHP’ê ne’ vekirin. Saziyên Lambretta, Sendîkaya CÛB, Rifondazione Comunista, Federasyon Anarşîstên Mîlano (FAM) destek dan çalakiyê.

Di daxuyaniya hete dayîn de hate gotin ku divê hemû raya giştî li dijî qirkirina siyasî ya Erdogan bi hestyar bin. Her wiha di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û piştî dirûşma ‘Dîktator Erdogan’ çalakî bi dawî bû.