BI DÎMEN

Kurdan li Helsîngborgê Newroz pîroz kirin

Kurdistaniyên li Helsîngborg û derdora wê dimînin, ji bo pîrozkirina Newrozê li Helsîngborgê li hev kom bûn.

Salona pîrozbahiya Newrozê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG, YPJ û tevgera jinê hate xemilandin.

Bernameyê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê destpê kir. Têkildarî tecrîdê û rewşa siyasî ya li Kurdistanê axaftin hatin kirin. Partiya Çep a Swêdê jî di pîrozbahiyê de piştevaniya xwe nîşan da.

Hunermend Farîboûz, Lawîn Kobanî, Cemal Rojhilatî, Hozan Canê û Diyar Dersim derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

Kurdistaniyên ku bi kincên xwe yên gelêrî tevlî pîrozbahiyê bûn, govend gerandin.

Di pîrozbahiyê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya bi berxwedana li Kurdistanê dirûşm hatin qîrîn.