Kurdan li gel dostên xwe li Grazê Newroz pîroz kirin
Kurdistaniyên li eyaleta Steiermarkê ya Awûstûryayê Kurdistaniyan li gel destên xwe 30'ê Adarê li bajarê Grazê li AK SAAL'ê Newroz bi coşeke mezin pîroz kirin.
Kurdistaniyên li eyaleta Steiermarkê ya Awûstûryayê Kurdistaniyan li gel destên xwe 30'ê Adarê li bajarê Grazê li AK SAAL'ê Newroz bi coşeke mezin pîroz kirin.
Çalakî piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên azadiyê yên Kurdistanê destpê kir.
Salona pîrozbahiyê bi alên Kurdistanê û posterên Rêber Apo hate xemilandin. Beşdarên pîrozbahiyê tim û tim dirûşma 'Bijî Serok Apo' qîriya.
Siyasetmedarê Kurd Faysal Sariyildiz, nûnerên Graz KPO û rayedarên DEM-Kurd li pîrozbahiyê axivîn. Di axaftinan de Newroz li Rêber Apo û gelê Kurd hate pîrozkirin.
Her wiha girîngiya Newrozê ji bo gelê Kurd hate vegotin û di şexsê şehîdên Newrozê de hemû şehîdên azadiyê yên Kurdistanê hatin bîranîn.
Hunermend Koma Dem, Narîxan û Hozan Diyar hunera xwe pêşkêş kirin.
Pîrozbahî bi gerandina govendê heta derengiya şevê dewam kir.