Kurdan li Bordeaûxê tecrîd protesto kirin

Li bajarê Bordeaûx a Fransayê di çarçoveya pêngava KCK’ê ya ‘Dawî li tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bîne, azadiyê pêk bîne’ çalakiyek hate lidarxistin.

Li Bordeaûxê roja Şemiyê saet di 18.30’an de çalakger li qada Boûrseyê hatin ba hev û heta Qada Vîctorîeyê meşiyan.

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku ew xwedî li pêngava KCK’ê ya ya ‘Dawî li tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bîne, azadiyê pêk bîne’ derdikevin. Di axaftinan de berxwedana gerîla ya li Heftanînê li dijî dewleta Tirk a dagirker tê kirin jî, hate silavkirin.

Ahmed Semsûr li ser navê Meclîsa Bordeaûx a CDK’ê axivî û got, “Heta ku Rêber Apo azad bibe, em gelê Kurd ê li Bordeaûxê em ê li qadan bin. Divê her kes xwedî li vê berxwedan û têkoşînê derkeve.”